• Friday, 20 February 2026
logo

Başûr - Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî kurdên Kakeyî kirin

Başûr - Terorîstên DAIŞê êrişî gundekî kurdên Kakeyî kirin
Hat zanîn ku terorîstên DAIŞê êrişî gundekî kurdên Kakeyî li nêzîkî bajarê Kerkûkê kirine û herî kêm 4 kurdên Kakeyî kuştine.

Berpirsê YNKê li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê, Idrîs Hacî Adil ji malpera fermî ya YNKê re gotiye, şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî gundê “Şeşe” yê kurdên Kakeyî kirine û 4 gundî şehîd kirine.

Wî berpirsê YNKê daye zanîn, çekdarên DAIŞê piştî kuştina wan gundiyan 4 kes jî revandine û bi xwe re birine.

Li gorî agahiyan, di nav kuştiyan de 2 jin jî hebûne.

Basnews
Top