• Friday, 20 February 2026
logo

Rêjima Îranê 4 kurdên din îdam kirin

Rêjima Îranê 4 kurdên din îdam kirin
Hat ragihandin ku rejima Îranê îro berê sibehê 4 girtiyên kurd ku li girtîgeha Urmiye ya navendî bûn hatin îdamkirin.
Li gorî raporta malpera saziya mafê mirov a Îranê, rejimê îro berê sibehê 4 girtiyên kurd ku li girtîgeha Urmiye ya navendî bûn îdam kirin.
Malpera saziya mafê mirov di raporta xwe de navê kesên ku hatine îdamkirin jî belav kir. Li gorî raportê, Fetah Emînî xelkê Mahabadê ye û bi tohmeta kuştina bi qesdî hatiye darvekirin. Xalîd Emînî xelkê Mahabadê ye û bi tohmeta kuştina bi qesdî hatiye darvekirin. Ferhad Mûsazade xelkê Selmasê ye û bi tohmeta madeyên hişbirr hatiye darvekirin. Dawud Maldar xelkê Urmiyê ye û bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatiye darvekirin.
Li gorî daneyên tomarkirî yên çavkaniyên herêmî, di heyama du hefteyên borî de 17 girtiyên kurd ji aliyê rejima Îranê ve hatine îdamkirin.

Top