• Friday, 20 February 2026
logo

Hevpeymaniya navdewletî firokeyan dide HSDê

Hevpeymaniya navdewletî firokeyan dide HSDê
Hate gotin, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê dê hejmareke firokeyên bê firokevan bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Fermandarekî serbazî yê amerîkî li Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ji medyayan ra ragihandiye, hevpeymaniyê biryar daye hejmareke firokeyên bê firokevan ji HSDê re dabîn bike.

Wî fermandarî amaje bi wê yekê kiriye, ku çawaniya bikaranîna van firokeyan û rahênana şervanên HSDê ne li ser wan e.

Hêjayê gotinê ye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya HSDê dike û niha bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona Reqayê pêk tînin.

Rudaw
Top