• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî peyam ji Goranê re şand

Nêçîrvan Barzanî peyam ji Goranê re şand
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke pîrozbayî ji Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seydi Elî e sand û tê de ragihandiye: “Em bi hêvî û geşbîniyê ve berê xwe didin wergirtina wê meqamê ji aliyê we ve.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêviya serkevtinê ji serkirdatiya nû û endamên Desteya Rêvebirinê ya Tevera Goranê re dixwaze û pîrozbayî li Serokê Nû yê Goranê Omer Seyid Elî dike.

Serokwezîr Barzanî amaje bi wergirtina meqamê nû ji aliyê Omer Seyid Elî dike û radigihîne: “Bi wergirtina meqamê yekemê hêzeke giring a siyasî li Herêma Kurdistanê weke Tevgera Goranê, hûn ê birêz qonaxeke nû ya xebat û erk û berpirsatiyê digirin ser milê xwe, û heleqeyeke din jî dixin ser wê zencîra xebat û têkoşîna ku bi salên dûr û dirêj û temenek ji pêşmergetî û xebat û kurdayetî ya di ber Kurdistanê de, we daye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha geşbîniya xwe bi hilbijartina Omer Seyid Elî weke serokê nû yê Goranê tîne ziman û dibêje: “Em bi hêvî û geşbîniyê ve berê xwe didin wergirtina wê meqamê nû ji aliyê we ve, hêviya me jî zêde ye, ku armancên hevbeş ên hemû hêz û alî û pêkhateyên Kurdistanê di dabînkirina mafên rewa yên gelê me de, dibe sedem ku em hemû pêkve li gel we yê birêz û Tevgera Goranê û aliyên din bikarin çareseriya pirsgirêkan bikin û ew derfeta ku îro ji gelê Kurdistanê re hatiye pêş, bi baştirîn şêwe bo berjewendiya Kurdistanê û bicihanîna maf û xewnên wê, ku bi dirêjahiya sedan sal xebat jê re kiriye û şehîd û xwîn û qurbanî jê re daye, mifayê jê werbigirin.”

Rudaw
Top