• Friday, 20 February 2026
logo

Demîrtaş: Erdogan derbeya sivîl kiriye

Demîrtaş: Erdogan derbeya sivîl kiriye
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, ti gumana kesî ji hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyê nîne, lê Serokomar Erdogan piştî vê yekê, derbeya sivîl kiriye û dixwaze hemû dijbereyan bêdeng bike.

Hevserokê HDPê bi rojnameya Almanî “Neue Zuercher Zeitung” re hevpeyvînek kir û got, AK Partî nehîştiye ku hemû aliyên hewldana derbeyê derkevin meydanê. Gelo çima beriya ku dest bi derbeyê bê kirin, ew kes nehatine astengkirin.

Demîrtaş got, civak ser bingeha dadê dikare were bahev û HDP û CHPê di vî warê de karin rexneyên hember hev bi paş de bixin.

Da xuyakirin, ew wek barimteyên siyasî di zîndanan de tên girtin û îhtîmal nade ku derkeve pêşberî dadgeheke dadwerane. Jiber ku encamên dadgehê girêdayî pêşketinên siyasî û têkoşîna civakê ne.

K24
Top