• Friday, 20 February 2026
logo

Endamek kongreya Amerîka bo gelê Kurdistanê: Em li gel we ne!

Endamek kongreya Amerîka bo gelê Kurdistanê: Em li gel we ne!
Endamek kongeya Amerîkayê yê ser bi partiya komarxwazan gelê kurd piştrast dike û dibêje: ‘’Em li gel we ne.’’

Endamê kongreya Amerîkayê yê li ser partiya komarxwazan Trent Franks ji K24ê re ragehand, piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dike û ji kûrayiya dil ve hêvî dike ku dewleta paşerojê ya Kurdistanê bibe dewleta ku em hemû piştevaniyê lê dikin.

Trent Franks daxwaz li gel û rêveberiya siyasî ya Kurdistanê dike ku bi awayek serbixwe kar bikin û ser bi welatên Tirkiyê û Îranê nebin û dibêje: ‘’Tîka dikim tenê bixwe bin û neçin tenişt welatên Tirkiyê û Îranê.’’

Ew endamê kongrê mûkir hat ku rêveberiya berê ya Amerîkayê wek pêwîst di şerê dijî teror û parastina kêmîneyên Kurdistanê de alîkariya Kurdistanê nekir û got: ‘’Ez lêborînê ji we dixwazim, hin caran we bi tenê serê xwe şerê dijî terorê kir.’’

Trent Franks amaje bi vê yekê jî kir, ku rêveberiya Amerîkayê bi serokatiya Donald Trump ve dê cuda be bo gelê Kurdistanê û ragehand, naha peyvendiyên gelê Kurdistanê û Amerîkayê ji her demekê zêdetir baştir e.

Herwaha wî endamê kongreya Amerîkayê gelê Kurdistanê piştrast kir û ragehand, di referandom û serxwebûna Kurdistanê de Amerîka li gel Kurdistanê ye, em jî dê piştevan bin û li gel we bin û xwedê we biparêze.

Basnews
Top