PDK bi fermî daxwaza xwe pêşkeşî serokê nû yê Tevgera Goran dike
Berdevkê PSKê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re got: “Bêguman serokê nû yê Goran di demeke hestiyar de dibe. Piştî koça dawî ya Kak Newşîrwan Mistefa, berpirsiyareyeke mezin dikeve stûyê serokê nû. Ji ber rewşa herêmê, karê serokê nû hêsan nabe. Em hêvîdar in, ku kîjan birêz bibe serokê nû, di serî de giringiyê bide vê yekê ka em dê çawa pêvajoya siyasî zindî bikin û pirsgirêkan çareser bikin.”
Aliyên ku ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Tevgera Goran a piştî Newşîrwan Mistefa dikin, di wê baweriyê de ne, ku erkê birêvebirina vê partiyê ne hêsan e.
Serokê berî yê Civata Serkirdetiya Yekgirtûya Îslamî Mihemed Reûf jî bêyî YNK, zehmet e ku Goran û PDK bikarin li hev bikin.
Reûf ji Rûdawê re got: “Eger YNK hevkar nebe, ez bawer nakim di van şert û mercan de Goran û PDK ikarin tiştekî nû bikin. Goran nikare helwesta xwe biguhere. Heta hilbijartinên pêş jî dikare helwesta xwe berdewam bike.”
PDK ji hemû aliyan zêdetir dixwaze hilbijartinên serokê nû yê Tevgera Goran zû were kirin. Ji ber ku piştî diyarbûna serokê nû, PDK dixwaze derbarê çalakkirina parlamentoyê de demildest dest bi danûstandinan bike.
Biryare îro 25-07-2017, Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran li Silêmaniyê serokê nû û herwiha 5 endamên Xaneya Raperandinê hilbijêre.
Rudaw
