PENTAGON: 50 hezar şervanên HSDê hene
Jeff Davis di konferansa rojane ya rojnamevaniyê ya Pentagonê de axivî û di konferansê de diyar kir, ku heta salek berê 20 hezar şervanên HSDê hebûn, lê niha şervanên wê gihiştine 50 hezar kesî û bûye hêzeke bi bandor.
Herwiha Davis aşkere kir, ku HSD di têkoşîna li dijî DAIŞê de çalak e û got:
“Ji bo guhertina rewşa netewî ya HSDê, em gelek xebitîn. Di destpêkê de tenê ji neteweya kurd pêk dihat. Me hewil da, konekî mezin ku pêkhateyên netewî yên din jî bi kêfxweşî pêşwazî bikin, di serî de jî erebên sunî. Niha rewşa wan ew e ku nîv kurd e û nîv jî erebên sunî ye.
Hejmara wê nêzîkî 50 hezar e. Qat bi qat mezin bû. Bi taybetî piraniya şervanên ku li Reqayê şer dikin erebên sunî ne, li wir grûpên xwecihî, xwe amade dikin ku kontrolê bi dest bixin.”
Fermandarê Hêzên Taybet Raymond Thomas roja înê li Foruma Ewlehiyê ya Aspenê diyar kiribû, ku Amerîka ji YPGê re pêşniyar kiriye ku navê xwe biguherîne û wan jî navê xwe kirine Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD). Li ser pirsa rojnamevanan a di derbarê vê mijarê de Jeff Davis diyar kir: “Li ser vê mijarê di destê min de zanyarî tine ne.”
Rudaw
