Kurdên Anatolyayê piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê dikin
Giştpirsiya herema kurdistanê ne tenê li parçeyên Kurdistanê, li her deverên ku kurd lê dijîn, bi nêzikî ve tê şopandin. Yek ji van deveran jî Anatolyaya Navîn e.
Li bajarên Anatolyaya Navîn ji milyonekê zêdetir kurd hene. Ew jî weke piraniya kurdên din piştgiriyê didin giştpirsiya serxwebunê.
Cigirê Serokê Weqfa Kurdên Anatolyaya Navîn Reşît Karakuyu ji Rûdawê re wiha got: “Kurdên Bakurê Kurdistanê bi tevahî piştgiriya vê dikin em jî wek kurdên Anadoluyê qet yek kes tine li dijî, herkes dilgerm in. Yanê bê cûdayî her fikrên siyasî hene li vê heremê weke heremên din, lê fikra wan ya siyasî kijan dibe bila bibe li gel serxwebûna Kurdistanê ne, gelekî pê kêfxweş in.”
Îbrahîm Guçlu jî yek jî siyasetmedarên navdar yên Kurdên anatolyaya Navîn e. Ew hêvî dike ku giştpirsî rêya serxwebûnê veke.
Sîyasetmedar Îbrahîm Guçlu jî got: “Di wê baweriyede me ku ev proseya referanduma dewletbûyinê dê bibe derfet ku kurd nêrînên xwe bikin yek, bibin hevbeş, peşiya xwe bibînin. Tabî ji bona vê yeke xebatek pir girîng tê kirin. Ji aliyê hikumet, serokê kurdistanê, Lê her kurd jî wezifeya wan ewe ku îro ji bo referandomê xebat bikin.
Gel ji ber germê li seyrangehan tê ba hev û sohbetê dikin. Çavên wan jî li 25ê îlone ye.
Hemwelatiyê bi navê Îhsan Ercan jî got: “Em gellek dilxweş bûn. Kurdîstan îro di xonaxekêa girîng de derbaz dibe. Em kêfxweş in û kar û mijula me jî li ser 25ê îlone ye.”
Hemwelatî Gursel Demîrel jî wiha axivî: “Bo hemû kurdan dê li dinyayê hebûnaka me jî çê be. Ji bo vê em pir baş dibînin yanê ji bo m e jî biyareke pir girîng e.”
Kurdên Anatolyaya navîn 300-400 salên beriya niha, di dema Osmaniyan de li bajarên weke Enqere, Konya, Kirşehîr, Aksarayê hatine bicîkirin.
Rudaw
