• Friday, 20 February 2026
logo

Emar Hekîm xwe ji partiya xwe vekişand

Emar Hekîm xwe ji partiya xwe vekişand
Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê, Emar Hekîm dest ji partiyê xwe berdide û rewta Hikme ya Niştmanî damezrand.

Îro, Duşemê 24.07.2017 Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê, Emar Hekîm xwe ji patiya xwe vekişand.

Herwiha rewta Hikme ya Niştmanî ragehand û ji serkirdeyên partiya xwe got: emê hev li mala mezin bibînin.

Emar Hekîm sala 1971 ji dayikbûye, kurê Serokê berê yê Encûmena Bilind a Islamî ya Iraqê Ebdulezîz Hekîme, herwiha Serokê berê yê Itîlafa Iraqê ya Yekgirtû li perlemana Iraqê bû û yek ji merciyên Şîe bû ku, sala 1970 koça dawî kir.

Emar Hekîm ji sala 2009 û piştî bavê bi nexweşiya penceşêrê ket koça dawî kir bû serokê partiya xwe û niha jî serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe.

Basnews
Top