Wezîrê Berevniya Iraqê: Artêş rê nade ti hewlên parçekirina welat
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê ku ji duh roja şembiyê ve bi serdanê li Îranê ye, îro yekşembî 23ê Tîrmehê bi Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê û nûnerê rêberê Îranê, Elî Şemxanî re civiya.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, Irfan Mehmûd Elheyalî di vê civînê de ji Elî Şemxanî re ragihandiye: “Artêşa Iraqê bi şêweyeke serbixwe û bi piştgirêdana bi ezmûna salên bihorî rûbirûyê her dijminkarî û dagîrkirineke bo ser xaka xwe ve dibe û rê jî nade ti fitneyeke nû û rêkarên neyasayî yên ji bo parçekirina Iraqê.”
Irfan Elheyalî herwiha spasiya piştevaniyên berfireh ên hikûmet û hêzên çekdarên Îranê bo Iraqê dike û rola Îranê di serkevtinên Iraqê yên li hember terorê bi giring û çarenivîssaz bi nav dike.
Li gorî IRNAyê, Sekreterê Encumena Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî jî di vê civînê de ragihandiye: “Parastina serweriya niştimaniya Iraqê û yekîtiya xaka wê, asayiş û îstiqrara wê diparêze û herwiha berjewendiya gişt netew û pêkhateyên Iraqê jî diparêze.”
Elî Şemxanî ku weke nûnerê rêberê Îranê Elî Xaminêyî jî tê naskirin, herwiha bi nerasterast amaje bi referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî kiriye û gotiye: “Arasteya hewldan bo parçekirinê, zemîneyê bo berfirehbûna temahkariya dijminên Iraqê çê dike û dibe sedema derfetê bo nemana ewlehî û îstiqrara Iraqê jî.”
Rudaw
