• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan giheşte Kiwêtê

Erdogan giheşte Kiwêtê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di serdana xwe de bo Kendava Erebî gihîşte Kuwêtê.

Duh, Yekşemê 23.07.2017 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi geştekî ber bi welatên kendava Erebî ve bi rêket û piştî serdana xwe ya bo Erebistana Siûdiyê û civîna li gel sahê wî welatî, serdana welatê Kuwêtê kir.

Li gor ajansa AAyê ya ser bi hikumeta Tirkiyê ragehandî Erdogan aliyê Mîrê Kuwêtê ve ,Mîr Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah ve hat pêşwazîkirin û civîna her du aliyan babeta serke jî kirîza welatên Kendava Erebî û li gel Qeterê bû.

Biryare piştî Kuwêtê jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana çenda welatên din yên kendava Erebî weke navbênkariyek di navbera Qeter û 4 welatên Kendavê de.

Tê zanîn ku, 4 welatên Erebî ku, Erebistana Siûdî, Îmarat, Misir û Behrênê welatê Qeterê bi piştgiriya terorê tometbar dikin û ji ber vê yekê jî pêwendiyên xwe li gel wî welatî qûtkirine.

Basnews
Top