• Friday, 20 February 2026
logo

Cîgirê Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî çû Rojavayê Kurdistanê

Cîgirê Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî çû Rojavayê Kurdistanê
Cîgirê Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Robert Jones serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) bi Encumena Sivîl a Reqayê re civînek pêk anî.

Îro yekşembî 23ê Tîrmeha 2017ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, Cîgirê Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Robert Jones, bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re civiya.

Robert Jones tevî şandeke pisporên leşkerî, ji bo şopandina rewşa dawî ya bajêr û çawaniya xizmetkirina piştî rizgarkirina Reqayê ji aliyê HSDê ve, bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re li bajaroka Eyn Îsa civiya.

Jones û şandeya pê re, ji aliyê Hevserok û Endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê ve, hatin pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan, di civînê de hemahengiya di navbera Encumena Sivîl a Reqayê û Hevpeymaniya Navdewletî û derfetên ku ji bo bajar werin pêşkeşkirin, hatine gotûbêjkirin.

Robert Jones herwiha li Bozanê daxuyaniyeke rojnamavenî da.

Di vê daxuyaniya rojnamevanî de Jones got: “Xelkê Reqayê û bajarê Reqayê, bi dagîrkirina bajêr ve di gelek êş û nerihetiyan re derbas bûn. Îro em li gel Encumena Sivîl a Reqayê, dê behsa wan mijaran bikin. Heta niha di çar boneyan (minasibetan) de, çavê min bi vê encumenê li vir li Eyn Îsa ketiye, ku bala vê encumenê li ser alîakrîkirina xelkê Reqayê ye û nûneratiya Reqayê jî dike, ku divê bo berjewedniyên xelkê Reqayê hewl bide û hewl jî dide.”

Di beşeke din a axavtina xwe de, Cîgirê Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir: “Encumena Sivîl a Reqayê li gel rêxistinên sivîl û Netewên Yekbûyî kar dike, hevdem karên baş kirine bo anîna hevkariyên mirovî bo wan kesên ku ji bajarê Reqayê û navçeyên din ve aware dibin. Lê belê ew tenê destpêkek e û karên zêdetir mane ku divê werin kirin. Em belgeyên karên baş ên encumenê jî dibînin, ku li Tebqayê kirine. Tebqa ji çendîn rêyan ve dice ser Reqayê, kun û hatiye azadkirin. Em dibînin ku ev encumen ku çûne nav bajêr û piştevaniya pêwîst ji xelkê bajêr re kom kirin, ne tenê xwarin û vexwarin ji wan re dabîn kirin, belku perwerde jî ji wan re dabîn kirin.”

Rudaw
Top