Yekitiya Ewropayê rê nade Tirkiyê ku gefa penaberan li wan bixwe
Berpirsê Karûbarên berfirehkirina Yekitiya Ewropayê Johannes Hahn ji Kovara Almanî Der Spiegelê re axivî û got, Yekitiya Ewropayê di nav 2 salên dawî de derbarê û pirsa penaberan de bergiriyên xwe xurttir kiriye.
Johannes Hahn amaje bi wê kir, Tirkiye ji bo Ewropayê deriyan ji penaberan re veke jî wekî berê hejmarek zêde penaber nakevin li ser riyan. Wan her tişt kontrol kirine û pêwistiya Ewropayê bo Tirkiyeyê wekî berê nemaye.
Li Tirkiyeyê 3 milyon penaber hene û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gelek caran gefa vekirina deriya penaberan li Yekitiya Ewropayê dixwe.
K24
