• Friday, 20 February 2026
logo

Kurê rêberê berê yê Bizava Îslamî ya Kurdistanê: Nabe em li bendê bin dijmin alîkariya me bike

Kurê rêberê berê yê Bizava Îslamî ya Kurdistanê: Nabe em li bendê bin dijmin alîkariya me bike
Kurê rêberê berê yê Bizava Îslamî ya Kurdistanê Îhsan şêx Elî Ebdulezîz dibêje, bila kurd xwe bikin yek û li bendê nemînin dijmin di pêkanîna dewletê de alîkariya wan bike.

Îhsan şêx Elî Ebdulezîz duh li ser rewşa Kurdistan û referandomê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, kurê rêberê berê yê Bizava Îslamî gotiye, helwesta piraniya welatên erebî û Ewropî beramberî kurdan hatiye guhertin, ew dixwazin kurdan paşde bibin.

Îhsan şêx Elî her wiha gotiye, ji ber wê jî ya baş ew e kurd li hev bicivin û xwe bikin yek da ku nebin darê destê dijminan. Maf ti carî nayê dayîn mafê tê standin lewma nabe kurd li bendê bin dijmin di pêkanîna dewletê de alîkariya wan bike.

basnews
Top