• Friday, 20 February 2026
logo

Berpirsên Kerkûkê bersiva gefên Heşda Şeibî dan: Ti kes nikare referandomê asteng bike

Berpirsên Kerkûkê bersiva gefên Heşda Şeibî dan: Ti kes nikare referandomê asteng bike
Heşda Şeibî gefa astengkirina referanomê li Kerkûkê xwar. Berpirsekî Kerkûkê jî dibêje, ti kes nikare pêşiya referandomê bigire.

Duh li bajarê Kerkûkê Heşda Şeibî di merasimekê de gefa wê yekê xwaribû ku ewê nehêlin referandom li Kerkûkê were encamdan.

Li ser vê mijarê, berpirsê encumena PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Selah Delo ji BasNewsê re got, biryara referandomê biryara serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê ye ji ber wê jî ti kes nikare pêşiya wê bigire. Ji ber ku referandom îradeya gelê Kurdistanê ye.

Selah Delo her wiha got, em beşek ji Herêma Kurdistanê ne ji ber wê jî me dest bi amadekariyên referandomê kiriye û tevahiya aliyên siyasî yên Kerkûkê jî piştevaniya referandomê kirine.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku mafê Heşda Şeibî nîne gefê li referandomê bixwe û got, ji ber ku cihê karê wan ne Kerkûk e.

Parlamenterê berê yê YNKê Sîrwan Ehmed jî li ser gefên Heşda Şeibî ji BasNewsê re got, referandom çawa li Silêmanî û Hewlêr û Duhokê tê kirin dê wisa jî li Kerkûkê were kirin. Ne Heşda Şeibî ne jî hêzek din nikare referandomê tehdîd bike. Eger em bixwazin li ser referandomê bi yekê re muzakere bikin, Bexda ye ne Heşda Şeibî.

Basnews
Top