• Friday, 20 February 2026
logo

Kovareka Amerîkî: Trump pêşiya serxwebûna Kurdistanê nagire

Kovareka Amerîkî: Trump pêşiya serxwebûna Kurdistanê nagire
Kovareka Amerîkî dibêje, serokê Amerîka Donald Trump ne li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê û pêşiya wê jî nagire.

Kovara Amerîkî ya bi navê “Politico” (polîtîko tê xwandin) di raportekê de behsa serxwebûna Başûrê Kurdistanê û helwesta Amerîka li ser wê mijarê kiriye û ragihandiye, Trump ji serokên din yên Amerîka kêmtir di xema yekparçebûna Iraqê de ye, her wiha zêde bo wî girîng nîne ka Bexda li ser xebata kurdan bo serxwebûnê çawa hizir dike. Çimkî Trump di wê baweriyê de Iraq hevalbendê Îranê ye û di vî warî de zêdetir bi Erebistana Siûdî re hevra ye.

Wê kovara Amerîkî pilana kurdên Başûrê Kurdistanê bo pêkanîna dewleteka serbixwe jî wek “pilaneka mezin” bi nav kiriye û gotiye, kurdên Iraqê xwedan pilaneka mezin in û wisa xuya dike Trump jî mîna serokên din yên Amerîka pêşiya wê pilanê negire.

Kovara Politico behsa “hêrsa Tirkiyê” jî li hember alîkariya ku Amerîka dide kurdên Sûriyê, kurdan kiriye û gotiye, hêrsa Tirkiyê jî Trump tengav û nîgeran nake.

Basnews
Top