• Friday, 20 February 2026
logo

Milîsên şîe û sunnî yên Iraqê li Mûsilê li hev dan

Milîsên şîe û sunnî yên Iraqê li Mûsilê li hev dan
Li bajarê Mûsilê di navbera milîsên şîe û milîsên sunnî yên Iraqê de şer derket.

Televîzyona K24 ragihand, şeva borî li taxa Seqafî ya Mûsilê di navbera çekdarên Heşda Şeibî (milîsên şîe) û çekdarên Heşda Wetenî (milîsên sunnî) de şer derket.

Li ser sebeba derketina wî şerî jî hat gotin ku komek çekdarên Heşda Şeibî derbasî taxa di bin kontrola Heşda Wetenî bûne ji ber wê jî şer derketiye û 7 kes ji her du aliyan birîndar bûne.

Heşda Şeibî di bin nifûza Îranê de ne û Heşda Wetenî jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine perwerdekirin û di bin nifûza Tirkiyê de ne.

Basnews
Top