Fermandarê Amerîkî: Me ji YPGê xwest navê xwe biguhere
Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê Raymond Thomas li civîna ewlekariyê ya salane a li Enstîtuya Aspena eyaleta Coloradoyê derbarê PYD û YPGê de daxuyanî da.
Raymond Thomas di civînê de li ser avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got wan ji YPGê xwest navê xwe biguherîne û YPGê jî navê xwe kir HSD.
Thomas li ser navê YPG û HSDê wiha got: “Wan bi fermî ji xwe re digotin YPG ku tirkan digot `bi PKKê re yek in hûn wekî hevalbendê me çawa dibe; hûn dibin muxatabê dijminê min ê terrorist?' Me jî li ser vê ji wan re got ku dive hûn navê xwe biguherînin.
Me ji wan pirsî `Hûn ji xeynî YPGê dixwazin xwe çawa binav bikin?` Piştî rojekê ragihandin ku wan navê xwe kiriye Hêzên Sûriya Demokratîk. Bi bikaranîna peyva `demokratîk` helwestek aqilanê ye û wê yekê hinek îtibara wan zêde kir."
Di berdewamiya axaftina xwe de Thomas diyar kir: “Guhertina navê wan gelek baş bû çimkî dixwestin beşdarî hevdîtinên Cinêv û Astanayê bibin ku pêşeroja Sûriyê tê gotûbêjkirin. Di bin bane PKKê de dê ti caran li ser masayê gotûbêjan neban.”
Rudaw
