Şêx Cefer: Vê pêşmerge roleke girîng di şerê Hewîceyê de bilîze
Şêx Cefer diyar kir ku di warê leşkerî de lazim bû beriya operasiyona azad kirina Mûsilê, operasiyona azad kirina navçeyên din yên weke Hewîceyê hatibe meşandin lêbelê artêşa Îraqê beruvajî tevgeriya û beriya ku bajarok û cêyên derdorê Mûsilê azad bike dest bi azad kirina Mûsilê kir.
Şêx Cefer wisa axaftinên xwe domand: Ew pêngava artêşa Îraqê bû sedema vê yekê ku di dema operasiyona Mûsilê de hêzeke mezin ji terorîstên DIŞIê ji pişt ve car car êrîşî ser artêşa Îraqê bikin û derbên dijwar li hêzên leşkerî yên Îraqê bidin û kêşeyên mezin jî bo hêzên leşkerî çê bikin.
Şêx Cefer ku hevdem Fermandariya eniya Hewîce û derdorê ya li dijî DIŞIê dike got: Paşde xistina operasiyona azad kirina Hewîceyê jiber sedemên siyasiye û hikûmeta Îraqê bi mebest û meramên siyasî operasiyona azad kirina Hewîceyê paş xisiye.
Cefer di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku vê operasiyona azad kirina Hewîceyê destpê bike û bêgoman hêzên pêşmerge jî di operasiyona han de vê roleke gelek girîng bilîzin.
