Kurdên Behra Reş rûresmên Cemê li darxistin
Li navçeya Kelkîta Gumuşhaneyê 13 gundên kurdan hene û piraniya wan gundan gundên kurdên elewî ne.
Ev der ne gundek behdînan, ne gundek Serdhedê ne jî yê Botan e, li Herêma Behra Reş a Tirkiyê gundekî Kurdan e, li Kelkîta Gumuşhaneyê kurdên elewî li hev civiyan e.
Berî B 600 salan hinek kurd devera navçeya Kelkîtê ji xwe re kirine welat. Çi ji neçarî, çi ji penaberiyê êdî ev erd bûye cihê stara kurdên Behra Reş, gelek ji wan ji dervayî welat, nemaze ji Ewropa hatine serdana gundê xwe. Sedema kelecana wan ew e ku piştî maweyeke dûv dirêj, pîr, kal û rûsipiyên wan hatine û ew dê îbadetê xwe bikin.
Zimanê rûsipiyên wan her çend ne bi zimanê dayikê be jî; ji wan re behsa çand bawerî û pîroziya elewîtiyê dikin. Kurdên Behra Reş bi konsantrasyoneke zexm guh dane pîr û dede û rîtûelên Cemê yek bi yek pêk tê û Pîr Mihemed Elî stranên ayînî ji civatê re got.
Koma semahê li dora xwe gera, li gor baweriya elewiyan di cîhanê de her tişt doç dibe, wek cîhanê ku li dora rojê dizivire.
Di rojek wiha de Qeymeqamê Kelkîta Gumuşhaneyê jî hatiye gundê Kurdan û tevlî vê rûresmê bûye, Qeymeqam her çend bi xwe sunnî be jî, dibêje ku rûresmên cemê gelek bandoreke mezin li ser kiriye.
Qaymeqamê Kelkîtê Naîf Yavûz ji Rûdawê re wiha got: “Ev cara ewil e ku ez tevlî merasîmeke cemê dibim. Diikarim vê bejim ku di hizr û fikrên min de gelek guhertin çêbû û min jê sûde wergirt, li vê derê gelek peyamên yekîtî û biratiyê derketin holê.”
Elewiyên ku ji dervayê gundê xwe hatibûn bajaroka Kelkîtê jî, bi torena cemê hestê xwe bilind bûn û ew daxwazkar in ku bikaribin erf edet û teqalidê xwe winda nekin da ku veguhêzin ji bo zarok û neviyên xwe.
Xelka gundê Akdagê Eyşe Aslan jî got: “Îro bi tevlîbûna mêvan û cîranan me cem gireda ev yek cihê kêfxweşiya me ye.”
Fatma Kiran jî anî ziman: “Cem ji bo me gelek pîroz e, îro roja cejna me bû, em spasdarê herkesî ne.”
Navçeya Kelkîtê li ser bajarê Gumuşxaneya Herêma Behra Reş e, tenê li bajaroka Kelkîtê 13 gundên Kurdên Elewî hene.
Rudaw
