Serokê CIA: Îran tehdîdeka mezin e li ser berjewendiyên Amerîka
Serokê CIA Mike Pompeo duh di civîneka asayişa Amerîka de behsa metirsiyên Îranê li ser berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn kir û ragihand, Îran tehdîdeka gelekî mezin e li ser berjewendiyên Amerîka lewma rêveberiya Amerîka biryar daye guhertinên bingehîn di siyaseta xwe ya li hember wî welatî de pêk bîne.
Mike Pompeo her wiha ragihand, Amerîka mijûlî wê ye ku tifaqekî di navbera welatên Erebî û Îsraîlê de pêk bîne û pêşiya zêdegaviyên Îranê li Sûriyê û Rojhilata Navîn bigire.
Serokê CIA anî ziman ku Îran dixwaze bi rêya ”Hîlala Şîe” berjewendiyên Amerîka tengav bike û bibe tehdîdek mezin bo aramî û aştiya Rojhilata Navîn.
Wî rayedarê Amerîkî da xuyakirin ku serokê Sûriyê Beşar Esed mîna pêlîstokekê ye di destê îraniyan de ji ber wê jî gelekî zehmet e di vê rewşê de berjewendiyên Amerîka bên parastin.
Pêr jî Amerîka ragihandibû ku êdî alîkariya neyarên rêjîma Sûriyê nake.
Basnews
