Artêşa Îranê agir bo du çiyayên mezin yên Hewramanê xistiye
Li gor jêderên herêmî ji Hewramana Rojhilat, ji 15ê Tîrmehê ve topxaneyên artêşa Îranê, her du çiyayên Şaho û Kosalan ku du çiyayê mezin yên Hewramana Rojhilatên topbaran kirine û ew toparana han bi qasî 5 rojan dom kiriye.
Jêderên herêmî herwiha eşkere kirin ku piştî topbarana han, artêşa Îranê bi zanebûn agir bi daristanên wan her du çiyayên xistiye û rê nade çalakvanên jîngehparêz û şêniyên deverê daku agirê wan çiyayan bitemrînin.
