10 Navendên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê hene
Midyaya hikûmî ya Tirkiyê nexşeyek belav kiriye ku tê de 10 binkeyên serbazî yên hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê destnîşan kirine û hinek zanyarî jî der barê hejmrera serbazan de jî eşkere kiriye.
Tirkiyê eşkere kiriye ku 200 serbazên Amerîkî û 75 serbazên Fransî ji hêzên taybet li binkeya Eyn Îsa li bakurê bajarê Reqayê ne.
Li gorî wan zanyariyên ku Tirkiyê belav kirine, binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Rimêlan, Til Bêder, Til Temir, Şedadî, Eyn Îsa, Xerab Hişik, Sepet, Kobanî ne.
Vê pêngava Tirkiyê Amerîkayê aniye deng û di vê derbarê de Pentagon tûrebûna xwe derbiriye.
Berdevkê Pentagonê Ediryan Rankîn Galwayî ragihand ku eşkerekirina van zanyariyên nehênî hêzên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAÎŞê tûşî metirsiyê dike.
Herwiha ragihand ku ew dilgiran dibin dema welatekî hevpeyman ewlekariya serbazên wan bi qesd tûşî metirsiyê bike û amaje bi wê yekê kir ku wan dilgiraniya xwe gihandiye Tirkiyê.
Ev di demekê de ye ku Donald Trump biryar daye bernameya hewalgirî ya Amerîkayê ya taybet bi pirçekkirin û alîkariya grûpên dijbereya Sûriyê rabigire ku di serdema îdareya Obama de dest pê kiribû. Ev pêngava han jî Rûsya berê daxwaz dikir ku bê kirin.
Medyaya Amerîkî belav kiriye ku biryara ragirtina alîkariyê berî civîna Donald Trump serokê Amerîkayê li gel Viladimir Putin serokê Rûsyayê, di 19ê vê mehê de di dema lidarxistina lûtkeya welatên G20 bûye.
Biryara Amerîka ku piştî şeş salan pişta xwe bide dijbereya Sûriyê, wê pirsê tîne holê ku gelo piştî şerê Reqayê Amerîka heman pêngavê li beramber hêzên kurdî jî bike ku niha bi çek û zerîpoşên Amerîkî şerê DAIŞê dikin?
Rudaw
