Berpirsekî berê yê Yekgirtûya Îslamî: Bila navê dewleta Kurdistanê bibe “Komara Başûrê Kurdistanê”
Siyasetmedarê Başûrî û endamê berê yê polîtburoya Yekgirtû Ebûbekir Karwanî ji BasNewsê re behsa dewleta Kurdistanê kir û got, gava serxwebûna Kurdistanê hat ragihandin û Kurdistan bû dewleteka serbixwe wê çaxê dê rewşa jiyana welatiyan gelekî ji niha xweştir bibe çimkî welatê me gelekî dewlemend e.
Ebûbekir Karwanî her wiha got, welatê me dewlemend e û çavkaniyên wê neftê gelek in lê nabe em Kurdistanê bikin tembelxane. Divê di hemû waran de xwe pêş bixin. Bêguman dema dewleta Kurdistanê bi fermî hat qebûlkirin wê çaxê rewşa jiyana welatiyan dê pir pir xweştir bibe.
Wî siyasetmedarê Başûrî anî ziman ku xebata Barzanî bo encamdana referandomê gelekî girîng e û got, lê hîn hinek tişt mane bi taybet nakokiyên navbera partiyên siyasî. Divê ew jî zû bên çareserkirin û parlamento jî vebe da ku em bi hişsekî asûde referandoma xwe bikin.
Ebûbekir Karwanî behsa navê dewleta Kurdistanê jî kir û got, dema Kurdistan bû dewlet ez dixwazim navê wê bibe “Komara Başûrê Kurdistanê” yan jî “Komara Demokratîk ya Kurdistana Başûr”.
Basnews
