• Friday, 20 February 2026
logo

li Mûsilê 4 pêşmergeyên dîl hatin azad kirin

li Mûsilê 4 pêşmergeyên dîl hatin azad kirin
Berpirsê leqa 14ê yê PDKê Îsmet Receb ragehand ku duhê 19.07.2017ê hêzên Iraqê li rojavayê Mûsilê zîndaneke DIŞIê dîtin, ku hejmarek kes di wê zîndanê de bûn.
Îsmet Receb amaje bi vê yekê jî kir, ku pêdaçûna li ser wan zanyariyan kirine, ku tê behs kirin çar Pêşmergeyên ku dîl ketibûn dest DIŞIê di wê zîndanê bûn, lê ew nûçe hatiye piştrast kirin bes heta naha nasnameya wan Pêşmergeyan ne diyar e.
Li gor amarên wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistane di destpêka şerê dijî DIŞIê heta naha 69 Pêşmerge bê serûşûmin û dîl ketine dest DIŞIê.
Top