• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: yekrêzî ya gelê Kurdistanê serketina refrandumê gerentî dike

Nêçîrvan Barzanî: yekrêzî ya gelê Kurdistanê serketina refrandumê gerentî dike
Roja Çarşem 2017-7-19 Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanç Serokwezîrê Herêma Kurdistanî civiya.

Li destpêka civînê Serokwezîr kurtiyek derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê xeiste berçav û xuya kir hewlên ji bo ektîv kirina Parlemantoya Kurdistanê berdewam in û ji bo vê yekê PDK bi awayekê fermi daxwaz ji Bizava Goran kiriye bi hev re bicivin û berhev bûna xwe jî ji bo ektîv kirina bê merc a Parlemantoya nîşan daye.

Derbarê refrandumê jî xuya kir refrandum bi xwe armanc nine, belkû rêyeke ji bo armanceka mezintir ku ew jî serbixweyî ya Kurdistanê ye. Yekrêzî ya gelê Kurdistanê û aliyên siyasî bi gerentî ya serketina refrandumê daye zanîn u got ji bo serxistina refrandumê hewlê didin û piştî vê jî tevî Bexdayê dest bi piroseyeka cidî ya diyalogê dikin ji bo vê yekê bi awayekê aştiyane bigihene vê armanca mezin ku serbixweyî ye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha got refrandum ya Gelê Kurdistanê ye û tenê ye aliyêkê nine û ji bo refrandumê serketî û tûran nine, belkû em hemû bi hev re bi ser dikevin, berevajiya vê jî rast e. Ev yeke jî got karvedanên navdewletî û herêmî derbarê refrandumê asayî ne û hinek ji wana têbênî li ser demê refrandumê hene.

Serokwezîr Civata Wezîran raspart ji bo berhev kirina dosiyeke zanyarên hûr û dirust li ser pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê tevî wezaret û sazî yên têkildar hemahengiyê bike, bi taybetî li warên serederî ya nadadperwerane û na yasayî ya Bexdayê tevî Herêma Kurdistanê li pirsên wek Pêşmerge, budce û qerebû kirina zirarên Herêma Kurdistanê ji hikûmetên berê yên Îraqê, ji wana qerebû kirina qurbanî yên enfal û ji nav birina jêrxana Herêma Kurdistanê, herwiha pişka Herêma Kurdistnaê ji deynên navdewletî û mafên destîrî yên Herêma kurdistanê û alîkarî nekirina Herêna Kurdistanê ji bo vehewadina penaberên Îraqî.

Her wiha got Herêma Kurdistanê berhev e ji bo destpê kirina piroseyeka aştiyane û saxlem ji bo çareser kirina pirsgirêkan û bi dest anîna mafên rewa yên gelê Kurdistanê.

Di civîna Encuman Wezîran, Mihemed Hawdiyanî Wezîr Kar û Civakê û endamê şanda refrandumê kurtiyek derbarê serdana vê şandê bi serokatiya Mesûd Barzanî ji bo Ewrûpa xiste berçav.

Top