• Friday, 20 February 2026
logo

14 milîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin

14 milîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin
Di şer û pevçûnên li Sûriyê de, herî dawî 14 milîsên şîe yên ser bi Îranê ve hatine kuştin û ji ber wê yekê li çend bajarên Îranê merasîmên bi ax spartina cenazeyan birêve çû.

Li gorî zanyariyên ji medyayên Îranê ve, di wan demên dawî de 14 milîsên şîe yên ser bi Hêza Fatimiyûn ve ku ji çekdarên xelkê Efxanistanê pêk tê, di şerê li Sûriyê de hatine kuştin.

Medyayên Îranê belav kirine, ku ji wan 14 milîsên ser bi Hêza Fatimiyûn ve merasîmên bi ax spartina cenaze li parêzgehên Xurasan, Qom, Tehran, Elburz, Fras û Isfehanê hatine birêvebirin.

Li gorî wan zanyariyan, 4 ji wan milîsan li parêzgeha Xurasanê, 4 li Qomê, 3 li Tehranê û 3 milîsên din jî li parêzgehên Elburz, Fras û Isfehanê bi axê hatine spartin.

Hêza Fatimiyûn ji koçberên Efxanî yên li Îranê pêk tê û ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve di sala 2013ê de hatiye avakirin.

Milîsên ser bi wê hêzê ve weke beşek ji hêzên ser bi Îranê ve, bo piştevaniya hikûmeta Sûriyê û rejîma Beşar Esed beşdarî di şerê navxweyî yê Sûriyê de kirine û di çeperên herî pêş de şer dikin.

Îran kuştiyên hêzên xwe yên li Sûriyê, weke şehîdên herem bi nav dike, weke amajeyek bi mezargehên pîroz ên şîe mezheban li Sûriyê û hêzên xwe di çaçroveya Eniya Berxwedanê de pênase dike.

Rayedarên îranî heta niha çend caran bi aşkere gotine, ku eger ew li Sûriyê tevlî şer nabana, dê şer biketiba nava Îranê û tekez dikin, ku Tehranê bi wê siyasetê, şer ji sînorê xwe dûr kiriye.

Rudaw
Top