• Wednesday, 20 May 2026
logo

Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyê bersiva Barzanî dide

Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyê bersiva Barzanî dide
Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê diyarkirina roja hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê dicive, da ku bi fermî bersiva daxwaza Barzanî bide.

Encumena Komîserên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê îro pêncşembiyê li Hewlêrê dest bi civîna xwe kir, da ku derbarê biryara Mesûd Barzanî ya bo diyarkirina roja hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê de, bi fermî bersiva Barzanî bide.

Di civîna îro de komîsyon dê wê yekê binirxîne, ka gelo ew di wê dema ku Serokê Herêma Kurdistanê bo her du hilbijartinên parlamento û serokatiyê diyar kiriye, dikarin hilbijartinê bikin an ne.

Duh çarşembî 19ê Tîrmehê, Barzanî bi biryarekê roja 01-11-2017ê weke roja sazdana her du hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir.

Ew yek di demekê de ye, ku komîsyon di amadekariyên xwe yên bo proseya referanduma Başûrê Kurdistanê de berdewam e, ku biryar e roja 25ê Îlona îsal birêve biçe.

Berpirsê Beşa Zanyariyan di Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê de, Karwan Celal ji Rûdawê re got: “Hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi lêkolîn û nirxandinekî cidî heye, bo vê armancê jî encumena komîseran a komîsyonê wê daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê dinirxîne, da ku bersiveke fermî bide.”

Karwan Celal dibêje: “Ji aliyê amadekariya locestîkî be, ew rêkarên ku pêwîst e komîsyon bi kar bîne, da ku hilbijartineke paqij û rêkûpêk birêve biçe û em insane cîhanê bidin, ku xelkê Kurdistanê dikare weke welatên din hilbijartinan saz bike. Lê belê ew dema ku li ber destê komîsyonê heye, bo hilbijartinên parlamento û serokatiyê, gelek kêm e û me pêwîstî bi wê yekê dibe, ku dema karkirina xwe du qat û sê qat zêde bikin, da ku em bikarin wê proseyê bi serkevtî birêve bibin.”

Wî berpirsê komîsyonê tekez jî kir: “Ji aliyê locestîkî be, pêwîstiyên me zêdetir dibin û pêwîstiya me bi kadroyan jî zêdetir dibe, da ku ji bo wê yekê amadekariyan bikin, da ku em bikarin di wê dema kêm de ku li ber destê me ye, di wê rojê de hilbijartinan encam bidin.”

Rudaw
Top