Kuwêtê 15 dîplomatên Îranê qewitand
Berpirsekî hikûmeta Kuwêtê ji ajansa Franc Pressê re gotiye, hikûmeta Kuwêtê biryar daye sê navendên Îranê yên li Kuwêtê, navendek serbazî û navendek çandî û navendek bazirganî, bigre.
Wî berpirsê Kuwêtî, ku nexwastiye navê wî were eşkerekirin, daye zanîn ku hikûmeta Kuwêtê ferman daye 15 dîplomatên îranî da ku di nav 45 rojan de ji Kuwêtê derkevin.
Li ser sebebên wê biryara hikûmeta Kuwêtê bi fermî tiştek nehatiye gotin lê tê gotin ku Kuwêt Îranê bi gijkirina şîeyên Kuwêtî li dijî hikûmeta Kuwêtê tohmetbar dike û çend caran jî hişyarî daye Îranê.
Televîzyona Sky News jî ragihandiye, Kuwêtê beriya niha ji Îranê xwastibû hejmara dîplomatên xwe ji 19 kesan daxîne 4 kesan.
Ji sisyan yekê xelkê Kuwêtê şîe ne û piraniya wan jî alîgirên Îranê ne.
Basnews
