• Friday, 20 February 2026
logo

Kiliçdaroglu, Erdogan bi tirsonek binav kir

Kiliçdaroglu, Erdogan bi tirsonek binav kir
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di civîna grûba parlementerî ya Partiya xwe de gotinên tund hemberî Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan bikar anîn û ew bi tirsonek binav kir.

Kiliçdaroglu got: “Ger tu biwêre fermo, k utu ne tirsonek be fermo! Di medyaya te bi xwe de, em 15ê Tîrmehê gengeşe bikin. Derkeve pêşiya min, ez bangê li te dikim, de fermo! Ku tu ne tirsonek be were! Kî rastiyan dibêje, her kes bere bizanibe”.

K24
Top