Partiya Komînîst a Kurdistanê: Hemû xebata gelê Kurdistanê bo serxwebûnê bû!
Sekreterê Partiya Komînîst (Şûî) a Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin di destûra Iraqê de gelek made û xal hene ku pêwîstbû bihata bicîh anî, lê nehate kirin, bo nimûne behsa nebûna hêzên milîs û tayfeyî tê kirin, lê heşdî şeibî û gelek hêzên din hatin ava kirin, di heman demê de behsa serweriya hemû pêkhateyên Iraqê hatiye kirin, lê em dibînin sunne li Iraqê dikevin çi halî û herwaha behsa serweriya yasa û destûrê tê kirin, lê em dibînin yasa çawa tên binpê kirin û budce û mûçeyê xelkê Kurdistanê tê birîn, me hemû rê li gel Iraqê ceribandin lê sûda xwe tinebû, ji ber vê giringe li rewşeke waha de gelê Kurdistanê bigehe wê astê ku êdî daxwaza mafê çarenivîsa xwe bike.’’
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Demekê peyva kurdbûnê qedexe bû, naha hatiye wê astê ku Kurdistan li hemû cîhanê bangeşeya dewletbûnê dike, ji ber vê ev derfetek zêrîn e û divê ji dest neçe û Kurdistan di dîroka xwe de derfetek waha bidest nexistiye.’’
Herwaha got: ‘’Ez berê Pêşmerge bûm, di sala 1992ê de dema em daketin bajaran min ne dizanî li ser cadeyên qîr rêvebiçim, ji ber me nedîtibû, ku naha Kurdistan geheştibe wê asta ku li Amerîka û Ewropa wek dewlet pêşwazî lê bê kirin, ev yek pir giring e.’’
Navborî got: ‘’Divê berî her tiştî partiyên Kurdistanê li gel yek rêkbikevin û rêya tevliheviya siyasî nedin û li gel yek kar bê kirin bo serkeftina referandomê û di heman demê de referandom nebe destkevtê partiyekê û bibe referandom hemû gel.’’
Dawî de jî got: ‘’Me di sala 2005ê de peyama xwe da Bexdayê û sedî 97 xelkê Kurdistanê dengên ‘’Belê’’ bo serxwebûnê daye, ji ber vê divê Bexda ji niyet û daxwazên gelê Kurdistanê tê bigehe.’’
Basnews
