Çînê bi roketan êrîşê Hîndistanê kir 158 kes hatin kuştin
Hat vegotin di encama êrîşa ku li navçeya Sikkim ya Hîndistanê pêk hatî de 158 leşker hatine kuştin û hejmareke mezin birîndar hene.
Herwaha hat diyar kirin ku leşkerên Çînê di êrîşê de roket avêtinê, çekên makîneyî, û hewan bi kar anîne. Ji aliyê din ve, rayedarên Çînê diyar kirin ku ew li ser daxaza Pakîstanê dikarin derbarê çareseriya pirsgirêka Keşmîr ya dinav bera Hîndistan û Pakîstanê de bibin alîkar.
Di van mehên derbaz buyî de jî li navçeya Sikkim ya girêdayî Hîndistanê ku di sînorê Hîndistan de cîh digre de, herdu welat hatine li beramber hevdu. Aliyên Çînê diyar kiribun ku leşkerên Hîndistanê midaxileyî xebatên çêkirina rêyeke wan ya ku di sînorê xwe de çê dikirin kirine, berdevkê wezareta parastina Çînê Ren Guoqiang diyar kiribu leşkerên girêdayî artêşa Hîndistanê midaxeleyî xebata çêkirina rêya ku li DongLang de dimeşan din kirine.
Herwaha berdevkê wezareta parastinê diyar kiribu ku pêşketinên ku hatin jiyan kirin di sînor de ziyaneke mezin da aramiya deverê.
Aliyê Hîndistanê jî, ji ber ku Çînê ji bo çûyîna endamên ku diçin hecê ku xastine rêya Tîbet ê de derbaz bin zorahî derxistine tewanbar kiribu.
Basnews
