• Friday, 20 February 2026
logo

Kurdên Kazaxistanê piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin!

Kurdên Kazaxistanê piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin!
Serokê Federasyona Kurdên Kazaxistanê û Serokê Şanda Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf ragihand ku em hemû piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin.

Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf di axaftina xwe ya malpera fermî PDKê re got: "Erkê ser milê her kurdekî ye ku bi hemû awayî piştgiriyê bide referandûma Herêma Kurdistanê, ji ber ku serxwebûna başûr ya hemû kurdan e.

Mîrzoyêf di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li Sovyeta Berê nêzîkî 300 hezar kurd hene û em bi nûneratiya wan beriya niha jî serdana Kurdistanê kiriye û em ligel Serok Barzanî civiyane û me hemû daxwazên xwe gihandine wî. Me jê re gotiye ku em bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê dikin ji ber ku serxwebûn xewna bav û kalê me bûye û niha jî hêviya heta bi zarokê me ye."

Dr. Kînyazê Îbrahîm di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin ti kes bêje em li dijî dewleta Kurdistanê ne, ji ber ku referandum û serxwebûn mafekî rewa yê gelê kurd e û yê ku li dijî wî mafê kurdan be hestê me birîndar dike. Erkê ser milê her kurdekî ye ku bi hemû awayekî piştgiriyê bide referanduma Herêma Kurdistanê, ji ber ku serxwebûn a hemû kurdan e."

basnews
Top