Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî:Dewleta serbixwe ya Kurdistanê yek ji stratejiyên me yên sereke ne
Li gor daxuyaniya nivîsingiha ragehandinê ya Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî li Kurdistanê ku, kopiyeka wê giheştiye BasNewsê jî tê de wiha tê gotin ku, îro Duşemê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî li Kurdistanê li gel rawêjkaran civiya ye tê de rewşa Iraqê bi giştî û rewşa aborî û siyasî ya navçeyê û Kurdistanê bi taybetî û karkirina parlamentoyê, herwiha gihiştin bi yek dengî û avakirina zemîneyekê bo encamdana referandomê û çarenivîsa gelê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Selahedîn Behaedîn got jî ku, referandom li cem Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê ne tişteke nû ye û li gongreya şeş û heft tekezî li ser mafê çarenivîsî û dirûstbûna dewleta Kurdî a serbixwe hate kirin, herwiha yek ji stratejiyên sereke hate danîn û li hemû qonaxa xwedî pilan bûn bo xizmeta xelkê.
Basnews
