• Friday, 20 February 2026
logo

Sekreterê PSDKê: Îran û Tirkiye nikarin ji 5 mehan zêdetir deriyan bigrin

Sekreterê PSDKê: Îran û Tirkiye nikarin ji 5 mehan zêdetir deriyan bigrin
Gelo eger Tirkiye û Îran sînorên xwe bigre dê Başûrê Kurdistanê bikkare liberxwe bide? Ev pirs beriya referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017ê, di mejiyê piraniya xelkê Başûrê Kurdistanê de diçe û tê. Ji ber ku girtina sînorên Îran û Tirkiyê, tê wateya dorpêç û ambargoyeke giran. Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd dibêje, “girtina deriyan di destê Tirkiye û Îranê de weke kartekê guvaşê ye. lê herdu jî nikarin 5 mehan deriyan girtî bihêlin. Ji ber berjewendiyên xwe yên aborî dê deriyan vekin.”

Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) di Parlamentoya Kurdistanê de xwediyê kursiyekê ye û di nava hikûmetê de cîh nagre. Herwiha nûnerekê PSDKê di nav Komîteya Bilind a Referandûma Başûrê Kurdistanê de ye.

Sekreterê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd derbarê serdana şanda bilind a Herêma Kurdistanê ji bo welatên Ewropayê dibêje: “Şanda referandûmê naçin ji welatan bipirsin ka referandûmê bikin yan ne. diçin û ji wan re dibêjin emê di 25ê Îlonê de referandûmê bikin. Ev 80 sal in li gel hikûmetên sûnnî yên ereb û 13 sal in jî li gel hikûmeta şîe ya ereb, em negihiştine ti encamekê da ku li gel Iraqê bimînin. Em dixwazin cihê bibin û piştgiriya we pêwîst e.”

Di destpêkê Tîrmehê de şandeke Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû Belçîkayê û çend hevdîtin pêkanîn.

Hacî Mehmûd balê dikişe ser wê yekê, ku Brûksela paytexta Belçîkayê him cihê baregaha NATOyê û him jî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye û dibêje: “Şanda Herêma Kurdistanê hê jî serdana Tirkiye, Îran û Iraqê nekiriye, ji ber ku wan qebûl nekirine. Lê ewropî, ji bilî dilsoziya wan a ji kurdan re, xwediyê peymaneke cîhanî ya mafê mirovan in û dizanin ku wateya diyarkirina çarenivîsa neteweyekê çi ye.”

Biryara kurdan a derbarê referandûmê de bûye rojeveke germ a navendên siyasî û medyayî yên cîhanê. Her roj li navendên cuda yên cîhanê derbarê referandûmê de helwest tên ragihandin. Serkirdetiya kurdan hê jî ne bê hêvî ne û dibêjin, wan ti daxuyaniyek ji Ewropa, Amerîka û Rûsyayê nebîhîstiye ku dijitiya referandûmê bike.

Mihemed Hacî Mehmûd dide zanîn, ku dê şanda Kurdistanê di dema pêş de serdana Amerîka, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Fransayê bike, ku ev welat di nava Neteweyên Yekgirtî (NY) de xwedan biryara vetoyê ne. dibe ev welat piştgiriyê nedin referandûmê, lê herî kêm dikarin li dijî nesekinin.

Bi nêrîna Haçî Mehmûd, van welatên mezin heta niha jî dijitiya referandûmê nekirine û tenê behsa demê dikin. Ev jî tê wê wateyê ku glopa kesk vêxistine.

Derbarê dijitiya referandûmê ya Îran û Tirkiyê de Sekreterê PSDKê dibêje: “Em dizanin, ku ew bi serxwebûna me razî nabin. Lê em dê dîsa herin û wan agahdar bikin. Em ê ji wan re bêjin, ev 26 sal in em herêmeke nîv serbixwe ne. ji bilî sûdê ti zirarek me negihiştiye we.”

Nakokiyên di navbera aliyên siyasî de bûye sedem ku gel jî li hember mijareke wiha çarenivîsaz de bibe du bere. Hewldan hene, ku van nakokiyan nebin ber sindoqên dengdanê. Niha rewş gihiştiye astekê ku li nav Kurdistanê hinek alî daxwaza paşxistina referandûmê dikin.

Mihemed Hacî Mehmûd paşxistina referandûmê weke “çal” bi nav dike û dibêj; “Dê kurd vî çalî bi destê xwe bikolin û ew bixwe bikevine nav de. Eger referandûm were paşxistin, ev tê wê wateyê ku tu ne xwedî biryarî, gotina welatên derve serdikeve. Lewma divê referandûm di dema xwe de were kirin.

PDKê ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dest ji şert û mercan berdaye. Lê hê jî ev bûza di navbera aliyên siyasî de neheliyaye. Bi nêrîna Sekreterê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd pêngava PDKê pêngaveke baş e lê di nava hinek partiyan de dijitiya PDKê weke siyaset hatiye hilbijartin. Lewma jî dijitiya referandûmê dikin.

Mihemed Hacî Mehmûd ji destpêka şerê DAIŞê ve, berpirsê eniyekê şer bûye li Kerkûkê. Bi baweriya wî, divê piştî şerê DAIŞê, di danûstaninên li gel Bexdayê de, herî kêm kurd mafê konfederalîzmê werbigrin.

Herwiha Hacî Mehmûd dibêje: “Ez bawer dikim, ku li hemêrên bin kontrola pêşmerge dê bêyî pirsgirêk referandûm were kirin.”

Rudaw
Top