• Friday, 20 February 2026
logo

Îsraîl: Em destûrê nadin Îranê li başûrê Sûriyê bi cih bibe

Îsraîl: Em destûrê nadin Îranê li başûrê Sûriyê bi cih bibe
Rêkeftina Moskow û Washingtonê rastî nerazîbûna Tel Avivê hat.

Roja duşemê di medyaya Israîlê de, berpisrên Tel Avivê li dijî rêkeftina agirbesta li başûrê Sûriyê, ku Moskow û Washingtonê li ser lihev kiribûn, derdikevin, ji ber ku di wê rêkeftinê de nehatiyê destnîşankirin dê rola Îranê di wan navçanda de çi be.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu beriya ku ber bi Parîsê ve birêbikeve, bi awayekî eşkere ji medyaya welatê xwe re ragihand, ew li dijî rêkeftina Moskow û Washingtonê derdikevin, ku li ser sînorên Isarîlê û Urdinê agirbest hate ragihandin, ji ber ku di wê rekeftinê de ti sînor ji bo Îran û hêzên bi wê ve girêdayî nehatiyê danînin.

Berpisrekî artêşa Israîlê jî eşkere kir ku Israîl ji wê yekê ditirse, ku Îran li Sûriyê dê balafirgehekê û baregehên deryayî yên lêşkerî bide avakirin, ji ber ku ew agahdarî planên Îranê ne.

Li ser heman mijarê mamostayê zaningeha dewletê li bajarê Moskow, pisporê Rojhileta Navîn Aleksandir Îosîpovîç ji Rûdawê re ragihand: “Îsraîl naxwaze Îran di herêmê de bihêz be.”

Mamosteyê zanîngehê Aleksandir Îosîpovîç wiha got: “"Ez û hûn baş dizanin ji bo çi Israîl li dijî wê rêkeftinê derdikeve, ji ber ku di wan herêmên bêşer de lîstikvanekî weke Îran, cihê xwe digire, ji bo Israîlê jî nayê qebûlkirin ku Îran li wan herêman cihê xwe bigire û ew çend care berpirsên Israîlê bi xwe tînin ser ziman û Israîl Îranê metirsiyeke herî mezin li ser xwe dibîne, ji her kesekî bêhtir."

Li gorî agahiyên ku di medyayê de têne belavkirin, rayedarên Îsraîlê ji wê yekê nerazî ne, tenê di rêkeftinê de, hatiye destnîşankirin, mafê Îran û hêzên bi wê ve girêdayî, nîne ku di kûrahiya 20 kîlometreyan de nêzîkî sînorên Israîlê bibin. Ew jî ji ber ku desthilatdariya Israîlê, di navçeyê de Îranê weke dijmina xwe ya nemre yek dibîne û bihêzbûna Îranê li ser hebûna xwe metirsidar dibîne.

Rudaw
Top