Nazim Debax: Her Kurdek ne ligel referandûma serxwebûnê be, xayîn e
Di daxuyaniya de Nazim Debax de hatiye: “Mixabin bi berûvajî rastiya axaftina min hatiye wergerandin, ku referandûm proseyeke tektîkî ye. Ez li vir dubare dikim û di hevdîtinê de jî min wiha gotiye ku referandûm kartek e, bi wateya ku riyek e bo bidestxistina mafên gelê Kurd di Iraqê de û dibêjim her Kurdekî dilsoz piştevaniya proseya referandûmê û bidestxistina serxwebûnê nebe bi xayîn binav dikim. Ligel wê yekê ku nêrînên cuda bo encamdana wê proseyê hene.”
Di beşeke din a daxuyaniya Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê de hatiye: “Di heman hevdîtinê de jî min dilniyayî daye, ku gelê Kurd amadehiya wî heye, ku fîdekarî û qurbaniyê bi dirêjehiya dîrokê û heta niha û bo dahatû jî bo bidestxistina mafan bide. Ji ber wê we dilniya dikim ku naveroka axaftina min jî ligel AFP ya tomarkirî heye.”
K24
