• Friday, 20 February 2026
logo

Hilnedana Ala Kurdistanê di konfransa şêwrê ya KNKê de rastî nerazîbûnê hat

Hilnedana Ala Kurdistanê di konfransa şêwrê ya KNKê de rastî nerazîbûnê hat
Partiya Kesk a Kurdistanê li hembar nedanîn û hilnedana Ala Kurdistanê di Civîna Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê de ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Silêmaniyê birêve bir, nerazîbûn nîşan da.

Ji duh şembiyê ve, bi amadebûna hejmarek partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî li bajarê Silêmaniyê konfransek bi navnîşana Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê hat sazdan.

Ev konfrans ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku baregeha wê li Brukselê ye hatibû sazdan û bo dema 2 rojan berdewam bû, ku îro roja duyem û dawî ya vê konfransê bû.

Di demekê de ku ew konfransa hejmarek hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanî bi armanca yekrêzî û yekîtiya netewî ya navbera hemû aliyên Kurdistanê û li ser axa Başûrê Kurdistanê hat sazkirin, lê belê Ala Kurdistanê di her du rojên birêveçûna Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê li salona konfransê nehatibû danîn.

Nedanîn û hilnedana Ala Kurdistanê di civînên Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê de ku KNKê serpireştiya wê dikir, bû cihê nerazîbûna beşdarên konfransê.

Partiya Kesk a Kurdistanê li hember wê yekê bertek nîşan da û nerazîbûna xwe aşkere kir.

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê, Milko Baziyanî di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de rexne li nedanîna Ala Kurdistanê di dema birêveçûna wê konfransê de girt û got: “Nabe ku civînek wisa were lidarxistin û Ala Kurdistanê jî neyê hildan.”

Milko Baziyanî da xuyakirin: “Em li Başûrê Kurdistanê di demekê de ku ber bi referandumê û serxwebûnê ve diçin, me têbînî kir, ku di civîneke wiha de yek Ala Kurdistanê jî nehatiye danîn.”

Baziyanî got: “Tenê aleke pir biçûk ku bi qasî botlekê avê bû, li ser maseyê hatibû danîn, her ji ber wê çênabe ku di civîneke wisa de Ala Kurdistanê neyê danîn.”

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê derbarê acendaya civînan de jî ji Rûdawê re diyar kir: “Di acendaya konfransê de ku gihîştiye destê me, hatiye daxwazkirin ku arîşeyên Başûrê Kurdistanê werin gengeşekirin, lê belê bi ser hemû wan mijaran re derbas bûn û behsa hin tiştên din hat kirin.”

Milko Baziyanî destnîşan kir, ku civîna li Silêmaniyê weke hev naskirina navbera çend partiyên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê ye û tekez dike, ku ew di vê baweriyê de nîne, ku ti xal û pêşniyarên ku di civînê de werin dan, bihêne cîbicîkirin.

Baziyanî derbarê sedema cîbicînebûna pêşniyarên wê civînê de jî dibêje, ew aliyên ku pêwîst e ew pêşniyar pêşkêşî wan were kirin, di civînê de amade nînin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Başûrê Kurdistanê, partiyên endam di Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ yan HDKÎ), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKa Rojhilat anku HDK) û Sazumana Xebata Kurdistana Îranê ji wan partiyan bûn, ku di konfransa Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê de amade nebûn.

Rudaw
Top