Nivîskarek ereb: Sunneyan guh neda pêşbîniyên Barzanî û şikestin!
Nivîskarê ereb ê navdar û sernuserê rojnameya Şerqulewsetê Xesan Şerbil di gotareke xwe ya rojnameyê de ragehand, piştî têkçûna rejîma Beis a Iraqê di sala 2003ê de, hejmarek rêveberên erebên sunne yên Iraqê serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin.
Xesan Şerbil ragehand, Mesûd Barzanî di wê civînê de daxwaz ji rêveberên sunne kir, yekgirtî bin û fikir li ser herêmeke taybet bo xwe bikin ku bikarin parastî bin.
Wî nivîskarî ragehand, rêveberê erebên sunne guh nedan gotinên serokê herêma Kurdistanê û rastî şikestê hatin, ji aliyekê ve Îran dest danî ser Iraqê, ji aliyê din ve sunne ji hukimraniya Iraqê qutbûn û hatin dûrxistin, bi pare û destkevtan ve li Bexda çav ji wan re hate girtin, beşa ku mayî jî çû tenişt rêxistinên terorîst.
Xesan Şerbil bi amaje kirina metirsiyên serî rakirina terorîstan a piştî rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê jî dibêje, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xwedî rol û bandorek mezin bûn bi dawî anîna xewnên DAIŞê de.
Basnews
