• Friday, 20 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî: Ji bilî Îranê ti welatekî demokratîk ne li dijî referandoma Kurdistanê ye

Hoşyar Zêbarî: Ji bilî Îranê ti welatekî demokratîk ne li dijî referandoma Kurdistanê ye
Endamekî polîtburoya PDKê dibêje, ji bilî Îranê ti welatek li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê nîne.

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, ji televîzyona Iraqî ya bi navê “El Şerqiye” re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye û gotiye, niha baştirîn wext e bo encamdana referandomê ji ber ku ew firsenda ku niha hatiye pêş ti carî nayê pêş. Piraniya partiyên Kurdistanê jî li ser vê mijarê hevra ne. Helbet hinek nakokiyên siyasî jî hene ku em mijûlî çareserkirina wan in.

Hoşyar Zêbarî li ser helwesta welatên cîhanê bi taybet welatên cîranên Kurdistanê li ser referandomê jî gotiye, tenê Îranê bi fermî dijîtiya xwe bo referandomê nîşan daye, ji bilî Îranê ti welatekî demokratîk negotiye em li dijî referandomê ne, tenê gilî li mekanîzma encamdana referandomê dikin.

Zêbarî aniye ziman ku çi dibe bila bibe referandom dê her were encamdan û gotiye, encama referandomê her çi be nabe sebeba qutbûna pêwendiyên Kurdistan û Iraqê çimkî em dixwazin bibin du cîranîn baş.

Li ser naverok û encamên serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Brukselê jî Hoşyar Zêbarî gotiye, hevdîtinên Brukselê gelekî baş bûn. Ew serdan bi vexwandina fermî ya hikûmeta Beljîka hat kirin. Me bi rayedarên hikûmeta Beljîka re her wiha rayedarên Yekitiya Ewropa re behsa referandomê kir.

Wî endamê polîtburoya PDKê behsa aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê û nakokiyên PDK û Gorranê re jî kiriye û gotiye, referandom girêdayî parlamentoyê nîne. Me bo vê mijarê sûd ji tecrubeyên pisporên navdewletî yên hiqûq û qanûnê wergirt. Bo aktîfkirina parlamentoyê jî me pêşniyar kiriye ku serokê parlamentoyê, ku endamê Gorranê ye her wiha wezîrên Gorranê vegerin nav parlamento û hikûmetê.

Basnews
Top