• Saturday, 21 February 2026
logo

Di navbera du hêzên mesîhî yên Heşda Şeibî de alozî derket

Di navbera du hêzên mesîhî yên Heşda Şeibî de alozî derket
Li navçeya Hemdaniyeyê ya ser bi Mûsilê, di navbera du hêzên Mesîhî yên Heşda Şeibî de alozî derket. Hêza Ketaîbî Babilyon êriş bir ser baregeheke Hêzên Tevgera Demokrat a Aşûriyan (MPU).

Kildo Remzî ku Berpirsê Ofîsa Ragihandinê yê Serokê Tevgera Demokrat a Aşûriyan Yunadem Yûsuf Kenna ye ji Rûdawê re ragihand: “Hêzeke Heşda Şeibî li Tel Ebte ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê, bi fermana Emîndarê Giştî yê Tevgera Babilyon Reyan Kildanî ku ser bi Heşda Şeibî ye, bi ala Babilyonê hatine Hemdaniyê û bi navê serdanê çûne aliyê birayên me. Piştre ji deriyê Qereqûş derbas bûne û baregeha hêzên MPU dagir kirine.”

Herwiha Kildo Remzî diyar kir, ku du roj berê, 6 endamên Ketaîbî Babilyon bi tohmeta dizîna cih û warên Nemrûd û malên mesîhiyên deşta Meynewayê û herwiha kelûpelên Dêrê, ji aliyê hêzên Tevgera Demokrat a Aşûriyan (MPU) hatibûn desteserkirin û radestî polîsê binkeya Hemediyan hatibûn kirin. Kildo Remzî amaje bi yekê kir, ku ji ber vê jî hêzên Babilyon ev kar kirine.

Weke din Kildo Remzî eşkere kir, ku niha ji bo çareserkirina aloziyê hewldanên wan didome û rewş asayî dibe.

Piştî ku çekdarên DAIŞê hatin Neynewayê, bi mebesta beşdarbûna kontrolkirina herêmê, çend grûpên çekdarî yên mesîhiyan, tevlî hêzên Heşda Şeibî bûn.

Tevgera Babilyon hêzeke çekdarî û mesîhî ye û li Tilefer, Deşta Neynewayê, Umeran, Xizir, Nemrûd, Hemdaniye û Bexdayê hêzên wan hene.

Herwiha Tevgera Demokratîk a Aşûrî jî partiyeke siyasî ya mesîhiyan e û Yunadim Yûsif Kenna sekreterê vê partiyê ye û xwedî hêzeke çekdarî ye.

Rudaw
Top