• Saturday, 21 February 2026
logo

Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de 10 hezar çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de 10 hezar çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Fermandarê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ragehand ku, di şerê rizgarkirina wî bajarî de 10 hezar çekdarên DAIŞê hatin kuştin, da zanîn ku, operasyona rizgarkirina Telaferê jî nêzîke.

Îro, Şemiyê 15.07.2017 Fermandarê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê Ebdulemîr Carela di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, di heyama 9 mehan de bajarê Mûsilê bi tamamî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

Herwiha Fermandarê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê Ebdulemîr Carela aşkere kir ku, di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê û ku, di heyama 9 mehan de berdewam kir 10 hezar çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 212 navend û baregehên wan jî hate jinavbirin.

Ji aliyeke din ve Ebdulemîr Carela da zanîn ku, di wê operasyonê de 100 hezar serbazên Hêza Iraqê beşdarbibûn, diyar kirk u, operasyona rizgarkirina bajarê Tileaferê jî nêzîke.

Rudaw
Top