Ew keça li Mûsilê hatibû dîtin ne DAIŞe lê Kurda Êzdî ye û ji aliyê DAIŞê hatibû revandin
Li gor zanyariyan navê wê keçê Nidal Xalid Koro ye û xelkê gundê Herdanê ye û ji sala 2014an ve ji aliyê teroristên DAIŞê ve hatibû revandin.
Destpêkê wiha belav bû, ew keçeke DAIŞê ya Rûsî ye û ji ber ku ji aliyê derûnî ve ne cîgir bû, nikarî biaxiviya, lê piştre ku ew axivî aşkere bû ku ew keçeke Kurd a Êzidî ye û ji 2 mehan ve di jêrzemînekê de zîndankirî bû û ji ber wê nikarîbû biaxiviya.
Piştî belavbûna wêneya wê keça Kurd a Êzidî, malbata wê ew nas kir, niha malbata wê di pêwendiyan de ne, da ku keça xwe bibine mala xwe.
Basnews
