Pêşmergeyek ji destê DAIŞê hate rizgarkirin
Berpirsê Hêzên Pêşmerge yê Xurmantûyê Ebdullah Bor ji Rûdawê re ragihand, peşmergeyê bi navê Seyîd Ehmed ku du meh berê ketibû destê DAIŞê, ji aliyê Dije-Terorê ve hate rizgarkirin.
Li ser tendirustiya Seyîd Ehmed, Berpirsê Hêzên Pêşmerge yê Xurmantûyê diyar kir, ku rewşa tendirustiya wî baş e û ber bi Kerkûkê ve bi rê ketiye.
Şeva 27ê Gulana 2017an, DAIŞê li Xurmatû ji çar aliyan ve êriş kir ser hêzên Pêşmerge. Di êrişê de Seyîd Ehmed Umer Surçî ku xelkê gundê Kaniya Çirgane ye, dîl ketibû destê DAIŞê.
Rudaw
