• Thursday, 21 May 2026
logo

NY: Di 4 mehan de li Mûsilê 5805 kesên sivîl hatine kuştin

NY: Di 4 mehan de li Mûsilê 5805 kesên sivîl hatine kuştin
Netewên Yekgirtî (NY) amarên herî nû yên derbarê wêranbûna bajarê Mûsilê de eşkere kir û ragihand, ku ji ber şer û pevçûnan, zêdetirî 10 hezar avahî û apartman hilweşiyane.

Li gorî rapora dawîn a Netewên Yekgirtî (NY), li Mûsila Kevin zêdetirî 5 hezar mal û apartman hilweşiyane û ji destpêka şerê Mûsilê ve jî ku 266 rojan ajot, zêdetirî 10 hezar mal û avahî hilweşiyane.

NY dide zanîn, ku di nav 4 mehên dawiyê de jî 5 hezar û 805 kesên sivîl, li Mûsilê hatine kuştin.

Medyaya Amerîkayê jî dîmenên herî nû yên wêraniya bajarê Mûsilê weşandin, ku ti xaniyek li ser piyan nema ye.


Wezareta Koç û Koçberên Iraqê: 940 hezar kes ji Mûsilê koçber bûne

Ji aliyê din ve Wezîrê Koç û Koçberan a Iraqê Derbaz Mihemed eşkere kir, ji destpêka şerê Mûsilê, wate 17 Cotmeha sala 2016ê û heya niha, 940 hezar kes ji bajarê Mûsilê koçber bûne, ku piraniya wan xelkê aliyê rastê yê bajarin.

Derbaz Mihemed diyar kir, ku heya niha 240 hezar koçberên Mûsilê vegeriyane nav bajarê xwe.

Herweha Derbaz Mihemed anî ziman, ku niha nêzîkî 300 hezar koçberên Mûsilê di nava kapman de dijîn û hikûmetê planek daniye da ku ji niha ve heya 6 mehên din tevahiya wan welatiyan, vegerin bajarê xwe.

Wezîrê Koç û Koçberan a Iraqê diyar kir, ku dê operasyona dahatî ya li dijî DAIŞê li Teleferê be.

Mihemed got: “Hejmareke kêm ji welatiyên sivîl li Teleferê mane, dibe ku tenê 10 hezar kes di nava wî bajarokî de koçber bibin.”

Derbaz Mihemed da xuyakirin, ku koçberên Telefer û Hewîceyê dê li Herêma Kurdistanê neyên bicihkirin. Lê belê dê koçberên Teleferê li Geyare û çend cihên din yê girêdayê Mûsilê bêne bicî kirin û koçberên Hewîce jî wê li navçeyên girêdayê parêzgeha Selahedîn bêne bicihkirin.

Rudaw
Top