Encumena Bilind ya Referandomê serdana Bexda û welatên cîran dike
Şanda Encumena Bilind ya Referandomê, ku bi serokatiya Serok Barzanî ji bona referandoma serxwebûna Kurdistanê çûbû Brukselê, pêr vegeriya Kurdistanê.
Endamê wê şandê Mihemed Sadedîn, ku di heman demê de serokê Partiya Geşedana Turkmenî ye jî, ji BasNewsê re got, emê vê carê jî bi Iraq û welatên cîranên Kurdistanê her wiha welatên erebî re hevdîtin bikin.
Mihemed Sadedîn her wiha got, heta niha nayê zanîn kîjan şand dê zûtir dest bi hevdîtinan bike lê dê di nav hefteyekê de diyar bibe.
Basnews
