Du partiyên Rojhilatê Kurdistanê biryara yekîtiyê dan
Piştî danûstandinên li ser erk û kursiya sekreteriya giştî ya PDKê (anku HDKê), gerekê din ê danûstandinan dest pê kiriye. Hizba Demokrata Kurdistanê û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê biryar dane êdî tenê ji bo propagandayê rûniştinan nekin. Ew dixwazin êdî xal bi xal qala nakokiyan bikin û li ser van xalan bigihin rêkeftinê heta zîncîra rêkeftinê temam dibe.
Derbarê vê yekê de Berpirsê Şanda Danûstaninan a PDKê Kemal Kerîmî ji Rûdawê re got: “Me nêrîn û pêşniyarên xwe xal bi xal amade kirine. Em dixwazin vê carê xwe ji bangaşeyê dûr bixin. Êmê xal bi xal li ser daxwaz û pêşniyaran bisekinin heta herdu alî li ser bigihin biryarê. Ev hevgirtina du partî û du rêxistinan e.”
Herdu aliyan li ser nav rêkeftin kirin. Li gorî vê navê partiyê dê bibe Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î). Li gel vê yekê, ji bo sekreteriya giştî jî herdu alî li hev dikin, ku Mistefa Hîcrî be. Ji ber ku Hîcrî xwediyê ezmûna 15 salan a sekreteriya partiyê ye.
Lê nakokî li ser şêweyê tevlîbûn û çawaniya birêvebirina paşeroja partiyê ye. Pirsgirêka sereke para aliyan a di rêveberiya hevbeş de ye. Herwiha PDK ji şêwazê siyaseta çend salên borî yê PDK-Î jî nîgeran e.
Rudaw
