• Saturday, 21 February 2026
logo

Berpirsekî PKKê ji PKKê veqetiya tevlî Heşda Şeibî bû!

Berpirsekî PKKê ji PKKê veqetiya tevlî Heşda Şeibî bû!
Berpirsekî êzîdî yê PKKê dest ji posta xwe berdaye û li devera Şingalê xortên êzîdî tevlî Heşda Şeibî dike!

Serokê encumena bajarê Şingalê Weysî Nayîf ji BasNewsê re got, çend roj berê berpirsê encumena PKKê li Şingalê Xidir Salih, ku kesekî êzîdî ye, dest ji posta xwe berda lê niha li nahiya Xanesorê ye û xortên êzîdî tevlî Heşda Şeibî dike, wisa xuya dike ku wî zilamî ji bona wî karî dest ji posta xwe berdaye.

Weysî Nayîf her wiha got, PKK li Şingalê rastî şikestinê hatiye û dixwaze bi rêkên din vê şikestina xwe veşêre û xelkê Şingalê li dora xwe kom bike ji ber wê jî xortên êzîdî dişîne nav Heşda Şeibî. Ev jî li gorî rêkeftina navbera PKK û Heşda Şeibî pêk tê. Yanê ewên ku ji PKKê vediqetin tevlî Heşda Şeibî dibin. Lê xelkê Şingalê hişyar in û dema wê hatiye qedera xwe bi destê xwe diyar bikin.

Serokê encumena Şingalê anî ziman ku êdî baweriya xelkê Şingalê bi PKKê nemaye û got, rojane gelek çekdar ji PKKê vediqetin ev jî nîşan dide ku PKK li Şingalê rastî şikestinê hatiye û roj bi roj jî ev şikestin kûr dibe. Gelek ji wan kesên ku veqetiyane, bûne pêşmerge.

Wî rayedarê êzîdî da zanîn ku ew êzîdiyên ku di nav PKKê de mane di bin çavdêriyeke tund de ne û got, eger ew firsendekî bibînin dê ji nav PKKê birevin. Ji ber ku xelkê Şingalê gihîştiye wê baweriyê ku ji bilî hêzên Pêşmerge ti hêzek nikare wan biparêze û mafê ti hêzekî din jî nîne şûna Pêşmerge bigire.

Basnews
Top