Beşar Ceiferî: Tirkiye dixwaze bakur û bakur rojavayê Sûriyê kontrol bike
Serokê şanda hikûmeta Sûriyê Beşar Ceiferî piştî civîna li gel Staffan de Mistura di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ku ew bi berfirehî li ser mijara terorê axivîn ne.
Ceiferî herwiha behsa operasyonên artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê kir û got, ku Tirkiye dixwaze dest dene ser bakur û bakurê rojavayê Sûriyê û niyeta wê heye wê navçeyê bixe bin kontrola xwe.
Serokê şanda hikûmeta Sûriyê behsa operasyonên Tebqayê û Reqayê jî kir û got, ku hevpeymaniya navdewletî komkujî li dijî xelkê sivîl pêk anîne.
Beşar Ceiferî wiha axivî:
“Komkujiyên xwînavî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî li Reqa û Tebqa hatin pêk anîn, ew jî bû sedema têkçûna rewşa mirovî bi awayekî xirab, dema ku behsa rewşa mirovî dikim, mebesta min xelkê sivîl e, herwiha niyeteke Tirkiyê heye ku dest deyne ser bakur û bakurê rojavayê Sûriyê. Em sirûşta operasyonên derbasbûna Tirkiyê di nav axa Sûriyê li wan navçeyan dizanin.”
Li ser vegera awareyan bo cih û warên xwe de jî, Ceiferî geşbîniya xwe anî ziman û got: “Herwiha wêneyeke geşbîn jî heye derbarê vegera penaberên Sûriyê ji Cerablus li ser sînorê Tirkiyê bo nav taxa Weir a Humisê, ew bi xwe xelkê taxa Weir a Humsê ne.
Bi sedan malbat ji Cerablusê vegeriyan Humsê, herwiha bi sedan malbat ji bajarê Ersal li ser sînorê Sûriyê Libnanê bo nav Irsal El Werd di nav axa Sûriyê de, wate tevgereke erênî heye derbarê vegera gelek malbatên Sûriyê bo nav axa welatê xwe.”
Herwiha li hember wêneyeke din heye derbarê derbasbûna leşkerî Tirkiyê bo bakur û bakurê rojavayê Sûriyê û bombebarankirina kor a hevpeymaniya navdewletî li bakurê Sûriyê, li Reqa û Tebqayê.”
Serokê Şanda Sûriyê di Cinêv 7ê de herwiha pêşwaziya welatê xwe bo her tevger û çalakiyeke li gel artêşa Sûriyê jî nîşan da û ragihand: “Em pêşwaziya her rabûnekê ji çi paytexteke rojava be, dikin, em pêşwaziya şer terorê ji aliyê her paytextekê ve ligel Artêşa Erebî ya Sûriyê dikin.”
Rudaw
